Warning: mkdir(): No space left on device in /var/www/hottg/post.php on line 59

Warning: file_put_contents(aCache/aDaily/2024-05-23/post/HINKER/--): Failed to open stream: No such file or directory in /var/www/hottg/post.php on line 72
☯#RÊZIMAN @HÎNKER
TG Telegram Group & Channel
HÎNKER | United States America (US)
Create: Update:

#RÊZIMAN

💢Mijar: #HEVALNAV_LI_GORÎ_ÇÊBÛNA_XWE

* Hevalnav jî li gorî sazbûna xwe dibin çar bir. Hevalnavên xwerû, pêkhatî, hevdudanî, kompleks.

Hevalnavên xwerû

1⃣Ew hevalnav parçe nabin. Jixwe ew kok in. Qertafên çêker nagirin.

Mînak:

Pisîka reş, dara mezin, hesteke xurt, kirasê kesk, çiyayê bilind, birayê hêja, ava sar...

Hevalnavên pêkhatî

2⃣Ev hevalnav bi alîkariya peyveke watedar û qertafan pêk tên.

* Hin paşgirên ku hevalnavên pêkhatî pêk tînin ev in.

Mînak

Şewitî, kelandî, guhdar, beza, zana, qersa, hûsta, dilwar, ronak, mînak, mêrane, dêrane, maldar, baldar, xwende, bende, zivîn, zêrîn, tirsnak, xemnak, hişiyar, zaniyar, şermezar, tirsonek, bezonek, tengezar, mirar, xewar, şerûd, nîvco, bazirgan, paqij, tolaz, serwar, germoyî, reşik,dilêr...

* Rayeka dema niha ya hin lêkeran jî wekî paşgir hevalnavan pêk tînin.

Mînak:

• mêrkuj, şîrmêj
xwînrêj, drewker, dilrevîn, xêrxwaz,bir, malxur, dûravêj, xweşbêj, pirbêj, hûrbîn, piştgir, welatfiroş, balkêş, gurxenêq...

Hin pêşgirên ku hevalnavên pêkhatî pêk tînin.

* /ho-/ Ji rayeka lêkerên dema niha hevalnavan çêdike.

hogir, hozan...

* /zir-/ mezinbûn û resenbûna taybetiyeke neyînî nîşan dide.

zirker, zirdîn...

* /kele-/ di gel navdêran hin hevalnavan jî çêdike.

kelepîr, kelejin...

* /qeş-/ ev di bingeha xwe de ji bêjeya qaşo tê lê wekî pêşgir jî cih digire.

Qeşmer...

* Daçekên "bi-" û "bê-" û hevokên mîna "ser, bin, ber" tên ber navdêran û pê hevalnav çêdibin.

/bi-/: binav, biav, bihêvî
/bê-/: bêbext, bêhêvî, bêav

* Bi hevokên wekî "ser, bin, ber" jî gelek hevalnav pêk tên.

Serdest, bindest, berdest...

* /çele-/: ji hevalnavekê hevalnaveke din pêk tîne.

Çelexwar...

* Daçeka neyîniya /ne-/ li vê derê rola pêşgirê bi cih tîne.

nezan, nexweş, nemir...

* Hevalnava /bed-/ di kurdî de rengê pêşgirekê wergirtiye.

bedbext, bednav...

Hevalnavên hevedudanî

3⃣Ev Hevalnav herî kêm ji du peyvan pêk tên. carinan jî daçek dikeve navbera wan.

* Hevalnavên hevedudanî bi çend awayan pêk tên:

a- Navdêrek tê ber hevalnavekê û hevalnaveke nû pêk tîne.

Mînak:

• porzer, çavreş, bejinbilind, guhbel, diranspî...

b- Her wiha hin caran jî hevalnav berî navdêrê tê û bi vî awayî hevalnaveke nû pêk tîne.

Mînak:

• kêmxwê, têrxwê, têrtijî, kêmaqil, xweşmêr, kalemêr, pîrejin...

c- Hin caran jî du navdêr têne ber hev û hevalavekê pêk tînin.

Mînak:

• Çavxezal, cegerxwîn, bejinrîhan, devgirêz...

d- Hin caran daçekek tê ber navdêrekê yan jî dikeve navbera du navdêran û hevalnavekê pêk tîne.

Mînak:

• Jipiya, jidil, dilbiêş, çavlirê, bejinlihev, dilbikul, rûbimast...

Hevalavên kompleks

4⃣Hin caran hevalavên hevdudanî dikare qertafekê jî bigire û him bibe hevdudanî û him jî pêkhatî.

1- Carinan ji bo dubarekirina hevalnavan bi guherîna gihaneka "û" bi awayê "o" bi cihkirina tîpa "m" li destpêka peyva duyemîn, hevalnaveke nû tê çêkirin.

Mînak:

• soromoro, şînomîno, xwaromaro, şaşomaşo...

2- bi dubarekirina navdêrê û alîkariya paşgira "î" jî hevalnav têne çêkirin.

Mînak:

• gulgulî, xetxetî, xelekxelekî, xalxalî, parçeparçeyî...

3- Hinek rêbazên din hene ku wateya hevalnavê xurt dike.

🔰Mînak:

• çîlsipî, sorgevez, sipsor, ripreş...

#Luqman

@HINKER

>>Click here to continue<<

HÎNKER

Share with your best friend
VIEW MORE

United States America Popular Telegram Group (US)

Fatal error: Uncaught TypeError: shuffle(): Argument #1 ($array) must be of type array, null given in /var/www/hottg/post.php:344 Stack trace: #0 /var/www/hottg/post.php(344): shuffle() #1 /var/www/hottg/route.php(63): include_once('...') #2 {main} thrown in /var/www/hottg/post.php on line 344