☯#RÊZIMAN
💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_NEBINAVKIRÎ
* Hevalnavên nediyar/nebinavkirî:
Hevalnavên nebinavkirî navdêran bi awayekî nediyar bi me didin nasîn. Hevalnavên nebinavkirî ji cînavkên nebinavkirî pêk hatine.
* Hin hevalnavên nebinavkirî: Hin, gelek, çend, hemû, pir, din, çi/tu, filan...
Mînak:
• Hin şolker li vê kargahê şol dikin.
• Em rastî gelek mirovên baş hatin.
• Nêçîrvanan çend xezal girtin.
• Hemû xwendekarên vê zanîngehê jêhatî ne.
• Divê her xortek ji vê şerbetê vexwe.
• Îro şivanê me birek pez anî vir.
• Tu/çi kes nikare bi me.
• Filan xanimê ew xwarin çêkiriye.
• Çi/tu dayîk bê zarok nikarin bextewer bibin.
• Her gundî divê ji gundê xwe hez bike.
☑️Hişiyarî: Divê hevalnavên nediyar û cînavkên nediyar neyên tevlihevkirin.
Mînak:
• Hemû kes hatin.
(peyva hemû berî navdêrê hatiye û hevalnav e)
• Hemû hatin.
(peyva hemû şûna kesan girtiye û cînavk e)
✍ #Luqman
✅ @HINKER
>>Click here to continue<<