☯#RÊZIMAN
💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_ŞANÎDANÊ
* Hevalnavên şanîdanê/nîşanê: Ev hevalnav, bi xwe cînavkên şanîdanê ne. Cînavkên şanîdanê "ev, ew" dema ku dikevin ber navdêran û wan nîşanî mirov didin, dibin hevalnavên şanîdanê.
Hevalnavên şanîdanê beriya navdêran tên û navdêran bi awayê îşarkî diyar dikin, hevalnavên tewandî him bi xwe tewandî ne û him jî navdêrên piştî xwe ditewînin.
💠Xwerû
Mînak:
• Ev gul bêhn didin.
• Ew xanî hatin firotin.
• Ev debistana mezin a min e. (nêzîk)
• Ew debistana mezin a min e. (dûr)
💠Tewandî
Mînak:
• Vî zarokî silav li min kir.
• Wî xortî dibînim.
• Wê hevalê çi xwest?
• Vê keçê bazinê xwe winda kir.
• Van pirtûkan bibe malê.
• Wan xwendekaran kêfa min anîn.
☑️Hişiyarî: Divê cînavkên nîşanî û hevalnavên nîşanî neyên tevlihevkirin. Cînavkên nîşanî rasterast cihê navdêran digirin; lê hevalnavên nîşanî tên pêşiya navdêran û wan dinimînin.
Mînak:
• Ew heval çi dike?
(peyva "ew" peyva "heval" nîşan dide û hevalav e)
• Ew çi dike?
(peyva "ew" cihê heval girtiye û cînavk e)
✍ #Luqman
✅ @HINKER
>>Click here to continue<<