☯#RÊZIMAN
💢Mijar:
#HEVALNAVÊN_PIRîIYARÎYÊ
* Hevalnavên pirsîyarîyê navdêran bi rêya pirsê bi me didin nasîn. Gava em pirsê ji navdêrê bikin bersiv jî dîsa hevalnaveke din e.
* Hin hevalnavên pirsîyarîyê ev in: Kîjan, çend, çiqas, çilo, çawa ...
Mînak:
🔸Ava kanîyê çawa ye? Ava kanîyê zelal e.
🔹Te çend pênûs kirîn? Min şeş pênûs kirîn.
🔸Çiqas berf barî? Pîçek berf barî.
🔹Kîjan xwendekarî xelat wergirt? Vî xwendekarî xelat wergirt.
* Her wekî diyar e, hevalnava "Çend" ji bo tiştên ku tên jimartin tê bikaranîn; hevalnava "çiqas" ji tiştên ku nayên jimartin, lê xwedî tibabekê ne tê bikaranîn.
Hin mînakên din:
• Karê çawa rind e?
• Çiqas pirtûk pêwîst in?
• Çend mêvanên we hene?
• Baweriya te çiqas xurt e?
• Gulistanê fîstanekî çawa kiriye?
• Li mala bavê bûkê çend zava hene.
☑️Hişiyarî: divê hevalnavên pirsîyarîyê û cînavên pirsîyarîyê neyên tevlihevkirin.
Mînak:
• Te çend nan xwar?
(peyva "çend" berî nan hatiye û hevalnav e )
• Te çend xwar?
(peyva "çend" şûna navdêrekî girtiye û cînavk e)
✍ #Luqman
✅ @HINKER
>>Click here to continue<<